Saman Berzincî li ser welatiyên di êrîsa mosekî ya Hewlêrê de birîndar bûn daxuyanî da
PeyamaKurd – Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Saman Berzincî diyar kir ku rewşa welatiyên ku di êrîşa mûşekî ya Pasdarên Şoreşa Îranê ya li ser Hewlêrê de li mala Pêşrew Dizayî birîndar bûne, ber bi başbûnê ve diçe.
Berzincî diyar kir ku dermankirina birîndaran dewam dike û got, “Piştî êrîşê tîmên tenduristiyê, hêzên parastina sivîl û ewlehiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Ji ber hilweşîna avahî gihandina şehîd û birîndaran gelek zehmet bû. Rewşa birîndarên ku sewqî nexweşxaneyê hatin kirin baş e û ji birîndaran jî kesek nemiriye. Ji birîndaran rewşa 3 kesan giran e. Tenduristiya kurê mezin ê Şehîd Pêşrew Roj, gelekî xerab bû û piştî bi saetan vegeriya jiyanê. Tenduristiya kurê mezin (Rewan) ji malbata Şehîd Pêşrew û hevjîna Pêşrew (Hana) baş e.
Li gor zanyariyên bi dest ketine, 2 xizmetkarên mala Pêşrew ku di bûyerê de birîndar bibûn, hê jî li nexweşxaneyê di bin dermankirinê de ne û midaxeleyên pêwîst ji wan re hatin kirin.
Dr. Neşwan Neşet di daxuyaniya xwe de diyar kir ku her du karmend duh hatine emeliyatkirin û rewşa wan niha baş e û karmendên navborî rakirine nexweşxaneya Rojava û li wir hatin dermankirin.
Neşet diyar kir ku her du cariyan travmaya laşî û derûnî dîtine û got, travmaya laşî zû tê dermankirin, lê ji bo dermankirina travmaya derûnî wê dem bixwaze.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin