'Îranê ji bo êrîsa dronî û mosekî hemû amadekarî kirine'
PeyamaKurd – Li gorî nûçeya Sky Newsê berpirsekî Îsraîlê ji rojnamevanê Îsraîlî Barack Ravid re daye xuyakirin, pasdarên Îranê hemû amadekarî ji bo êrîşeke berfireh a dronî û moşekî li ser Îsraîlê kirine.
Di nûçeya Sky News de bi zarê berpirsekî Îsraîlî hatiye gotin: “Îranê wekî berî êrîşên Nîsana borî dest bi amadekirina dronan û sîstema moşekî ji bo êrîşkirina li ser Îsraîlê kiriye. Dema wê êrîşê ya rast ne ji bo Israîlê û ne jî ji bo Amerîkayê eşkere bûye.”
Berpirsê Israîlî ragihandiye: “Îran bi awayekî eşkere amadekariyan ji bo êrîşeke berfireh û mezin li ser Israîlê dike û ev jî bi awayekî zelal û eşkere di daxuyaniyên berpirsên Îranê de diyar e, ku daxwaza wan ew e êrîşa vê carê ji êrîşa Nîsana borî gelek mezintir û bibandortir be.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin