Keça serokomarê berê yê Îranê êrîsa mosekî ya ser Hewlêrê nirxand: Divê ji lîsteya terorê dernekeve!

18 April 2022 19:37 0 dîtin
Keça serokomarê berê yê Îranê êrîsa mosekî ya ser Hewlêrê nirxand: Divê ji lîsteya terorê dernekeve!

PeyamaKurd - Keça Serokomarê berê yê Îranê Elî Ekber Haşimî Refsencanî, Faîze Haşimî bal kişand ser êrîşa Supaya Pasdarên Îranê ya ser Hewlêrê û got, divê Supaya Pasdaran ji lîsteya terorê neyê derxistin.

Keça Serokomarê berê yê Îranê  û siyasetmedara reformxwaz Faîze Haşimî li ser rojevê di Clubhouse de axivî û diyar kir ku divê Supaya Pasdaran di lîsteya cezayên Amerîkayê de bimîne da ku vegerin baregehên xwe û karên dijî berjewendiya welatên din nekin.

Haşimî da zanîn ku bandora Supaya Pasdarên Îranê di dema serokomariya Îbrahîm Reîsî de zêdetir bûye û da zanîn, “Bandora Supaya Pasdaran roj bi roj di warên aborî û warên din de berfirehtir dibe û îhtîmala vegera wan bo baregehan lawaz dibe. Tekane rêya vegera wan bo baregehê ew e ku di lîsteya cezayên Amerîkayê de bimînin."

Haşimî li ser êrîşa moşekî ya ser Hewlêrê diyar kir, "Supaya Pasdaran moşekan davêje û bi eşkere dibêje, karê me ye, yanî hemû karên nebaş ên ku di zirara welat de ne dike û bi awayekî fermî radigihîne lê bi awayekî mentiqî ji bo derketina ji dorpêçan divê nîşan bide ku Supaya Pasdaran ne metirsî ye li ser welatên derve. Ger bixwazin ji lîsteya sizayan derbikevin, divê xwe ji cîhanê re xeternak nîşan nedin, xwe ji êrîşên li ser welatan dûr bigirin lê em berevajiyê vê dibînin."

Haşimî herwiha bibîr xist ku komeke ji Supaya Pasdaran li dijî rêkeftina atomî ne û wiha axivî: "Derxistina Supaya Pasdaran ji lîsteya cezayan ne li gorî berjewendiyên netewî û civakî yên Îranê ye. Ji ber ku tiştê ku Supaya Pasdaran dike ne di berjewendiya welat de ye. Divê bi awayekî rê li ber wan bê girtin."