Di êrîsa hêzên Îranê de 2 kolberên Kurd birîndar bûn

12 May 2023 20:15 0 dîtin
Di êrîsa hêzên Îranê de 2 kolberên Kurd birîndar bûn

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li ser sînorên bajarên Newsûd û Baneyê li Rojhilatê Kurdistanê, 2 kolberên Kurd di encama êrîşa hêzên Îranê de birîndar bûn.

Rêxistina Mafên Mirovan Kurdpayê ragihandiye ku roja Pêncşemê 11ê Gulanê, kolberên bi navên Zekeriya Ebdî û Akam Mihemedzade bi guleyên hêzên Îranê birîndar bûne.

Hat diyarkirin, li ser sînorê Hengejal ê bajarê Baneyê, hêzên Îranê bi awayê resterast teqe li kolberekî xelkê bajarê Bokanê yê bi navê Akam Mihemedzade yê temen 27 salî kir û ew birîndar kirin.

 Akam Mihemedzade ji lingê xwe birîndar bûye û ji bo çareseriya pizîşkî bo nexweşxaneyeke bajarê Banê hatiye veguhastin.

Kolberekî xelkê bajarê Selasa Bawecanî yê ji parêzgeha Kirmaşanê bi navê Zekeriya Ebdî jî heman rojê li sînorê Newsûdê, di êrîşa hêzên Îranê de bi dijwarî birîndar bûye.

Li gorî amaran di nav 12 salên derbasbûyî de, herî kêm 1956 kolber hatine kuştin û birîndarkirin.