ENKS: Em bikaranîna hêzên ji aliyê Îranê ve û êrîsa li ser axa Kurdistanê protesto dikin
PeyamaKurd – Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di derbarê êrîşên Îranê li ser partiyên Rojhilatê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê û xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê daxuyaniyek belav kir û got: “Em bikaranîna hêzên ji aliyê Îranê ve li dijî xwepêşanderan û êrîşa li ser axa Herêma Kurdistanê protesto dikin.”
ENKSê bi daxuyaniyeke do belav kir de da zanîn, amaje bi desteserkirina keça Kurd a 22 salî Jîna Emînî li Tehranê û bûyera canjidestdana wê û xwepêşandanên seranserî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê yên ji bo protestokirina hikûmeta Îranê kiriye û ragihandiye, hikûmeta Îranê wek bertek li beramber wan xwepêşandanan bi awayekî hîsterîk êrîşî ser axa Herêma Kurdistanê û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê kiriye.
Herwiha di daxuyaniyê de eşkere kir: “Weke bersiveke hîsterîk a rejîma Îranê Supaya Pasdaran bi moşekan û dronên bombebarkirî axa Herêma Kurdistanê û baregehên partiyên Kurdistanî yên Îranê yên li wir û û li nêzîkî deverên niştecihbûyî bombebaran kirin, û hin topên wan li nêzîkî dibistaneke şagirtan ketin ku bi wê kiryara tawankar bû sedema gelek kes şehîd bûn û bi dehan kes birîndar bûn.”
Di berdewamiya daxuyaniya xwe de ENKSê piştevaniya xwe ji bo gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê û gelê Îranê di xwepêşandanên li dijî desthilata Îranê de ragihandiye û diyar kiriye: “Em bikaranîna hêzên ji aliyê Îranê ve li dijî xwepêşanderan û êrîşa li ser axa Herêma Kurdistanê protesto dikin.”
Di daxuyaniyê de tê gotin ku ENKS êrîşên Îranê yên li ser axa Herêma Kurdistanê û armanckirina serwerî, ewlehî û aramiya gelê wê şermezar dike.
ENKS herwiha bang li civaka navdeweletî, Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên navdewletî jî kiriye ku “tawanên Îranê” şermezar bikin.
Herî dawî ENKSê daxwaz kiriye ku rê li ber destwerdanên Îranê di karûbarên welatên navçeyê de bê girtin û sînorek ji kiryarên Îranê re bê danîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin