Li Pîransarê zarokekî 16 salî yê Kurd ji aliyê hêzên Îranê ve hat kustin

31 October 2022 13:31 0 dîtin
Li Pîransarê zarokekî 16 salî yê Kurd ji aliyê hêzên Îranê ve hat kustin

PeyamaKurd – Li Pîranşarê zarokekî 16 salî yê Kurd, do bi şev ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Îranê ve bi guleyên rasterast hat kuştin.

Li gor zanyariyan, şeva derbasbûyî li çend bajarên Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandanên li dijî desthilata Îranê berdewam bûn û li bajarê Pîranşarê yê ser bi parêzgeha Urmiyê ve jî heta derengiya şevê xwepêşandan hebû û li taxa Konexanê ya Pîranşarê aloziyeke dijwar di navbera xwepêşanderan û hêzên emnî yên Îranê de derket.

Hat zanîn ku hêzên ewlekariyê yên Îranê bi guleyên cengê gule bera welatiyan dane û di encamê de zarokekî 16 salî yê Kurd bi navê Komar Deruftade can daye.

Herwiha Komar Deruftade çend saetan berî bê kuştin, di hesabê xwe yê Instagramê de postek belav kiribû û gotibû: “Em xelkê Rojhilata Navîn in, hinek ji me di şer de tên kuştin, hinek ji me li zîndanê, hinek ji me li ser cadeyan dimirin, hinek ji me di deryayê de noqî avê dibin, heta çiyayê bilind jî tola tenêtiya xwe li me hildidin, çimku karê me mirin e."

Hêjayî gotinê ye ku li Pîranşarê zarokeke keç a 12 salî ya bi navê Diyana Mehmûdî jî ku di xwepêşandanên roja Şemiyê de bi guleya hêzên Îranê ji serê xwe birîndar bûbû, can daye.