Zarokekî din ê 15 salî ji aliyê Tevgera Ciwanên Soresger ve hat revandin

01 November 2022 14:32 0 dîtin
Zarokekî din ê 15 salî ji aliyê Tevgera Ciwanên Soresger ve hat revandin

PeyamaKurd – Zarokekî din ê 15 salî ji taxa Şêx Meqsûd a Helebê ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve hat revandin. 

Li gor Rêxistina Mafên Mirova ya li Efrînê belav kir, Tevgera Ciwanên Şoreşger roja 30yê Cotmeha borî zarokê 15 salî yê bi navê Şêxmûs Ebdulla yê ji gundê Meydan Ekbesa Efrînê revandiye û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Herwiha rêxistinê eşkere kir, Şêxmûs berê jî çend caran ligel hin hevalên serdana baregeha Tevgera Ciwanên Şoreşger a li taxa Şêx meqsûd kiribû.

Rêxistinê da zanîn: “Diya Şêxmûs serî li baregeha Ciwanên Şoreşger da û pirsa kurê xwe kir, lê wan red kir ku Şêxmûs li cem wan be, ji ber wê jî ew ji hişê xwe ve çû û ji bo nexweşxaneyê hat veguhastin.”