Qamislo | ‘Ciwanên Soresger’ ên girêdayî PYDê zarokekî 16 salî revandin
PeyamaKurd – Koma bi navê Ciwanên Şoreşger ên bi ser PYDê ve, piştî ku hefteya borî zarokeke keç revandibûn doh bi şev jî ciwanekî 16 salî li Qamişlo revandin.
Çavkaniyekî li Qamişlo ji medya Kurdistanê re daye xuyakirin ku şeva borî çekdarên bi navê ‘Ciwanên Şoreşger’ bi ser Rêveberiya Xweser ve ne, li taxa Enteriye ya Qamişlo zarokekî 16 salî bi navê Ehmed Ebdulbaqî revandin ku niha li binkeyeke leşkerî tê girtin.
Ji destpêka meha Tebaxê sêyemîn zarok e ku çekdarên bi ser PYDê ve wan li Rojavayê Kurdistanê direvînin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, serkirdetiya HSD/YPGê ku beşek ji rêveberiya xweser e, havîna sala 2014an bangewaziya Cenêvê ya nehîştina zarokên çekdar îmze kiribû û Hezîrana 2019an jî rêkeftina Neteweyên Yekbûyî ya çekdarnekirina zarokan îmze kiribû. Bi van bûyerên dawî yên revandina zarokan re, binpêkirina rêkeftinên navnetewî yên çekdarnekirina zarokan berdewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin