Komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê êrîsî gundekî Qamislo kirin

26 March 2021 11:30 0 dîtin
Komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê êrîsî gundekî Qamislo kirin

PeyamaKurd – Komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê, gundê Girkê Zêra li rojhilatê Qamişlo kirin armanc.

Li gor zanyarî didin zanîn, di encama wê êrîşa Tirkiyê û çekdaran, 10 serên pez li gundê navborî bi gulleyên hêzên Tirkiyê mirar bûn, vê yekê nerazîbûnek ji aliyê xelkê gund li pey xwe anî.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirova diyar kir, ew êrîşa Tirkiyê, do Pêncşemê, 25/03/2021, pêk hat.

Hêjayî gotinê ye, 6ê vê mehê jî hêzên Tirkiyê gundê Şorik li Amûdê li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê û Tirkiyê kiribûn armanc.

Piştî vê êrîşa hêzên Tirkiyê, 2 zirxpoş ên Rûsî berê xwe dabûn gundê navborî.