Qamislo | Ciwanên Soresger ên PYDê keçeke 13 salî revandin, çarenivîsa wê nediyar e
PeyamaKurd - Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, zarokeke keç a 13 salî hat revandin û malbata wê ragihandiye ku ew ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve hatiye revandin û banga diyarkirina çarenivîsa wê kirin.
Biryarê keça revandî, Siyamend Osman ji K24ê re ragihandiye, koma bi navê Ciwanên Şoreşger xwişka wî ya 13 salî Sîmav Osman ji nava bajarê Qamişlo revandiye û heta niha ti agahî li ser çarenivîsê wê tune ne.
Siyamend Osman goitiye, Sîmav 13 salî ye û îsal pola xwendinê ya heştan qedandiye û dema diçû xuleke havînan a amadekirina ji pola nehan re, ji aliyê grûpa Ciwanên Şoreşger ve hat revandin.
Siyamend Osman bang li rêxistinên mafên mirovan, parastina mafên zarokan, rêxistinên yasayî yên navxwe û navdewletî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kir, destêwerdanê di pirsê de bikin ji bo xwişka wî ji bo mal û dibistana xwe bê vegerandin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger ser bi Rêveberiya Xweser ve ye û beriya niha jî gelek caran ciwanên Kurd revandibûn û ew biçek kiribûn. Kiryarên vê tevgerê jî rastî gelek nerazîbûna xelkê Rojavayê Kurdistanê tên.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin