Ciwanên Soresger keçeke 14 salî ji taxa Sêx Meqsûd revandin

25 July 2022 12:00 0 dîtin
Ciwanên Soresger keçeke 14 salî ji taxa Sêx Meqsûd revandin

PeyamaKurd – Rêxistina Ciwanên Şoreşger a ser PKKê, keçeke 14 salî ji taxa Şêx Meqsûd a Helebê revand û ew bir navendeke leşkerî.

Li gor Tora Çavdêriya Mafên Mirova ya Sûrê diyar kir, keça 14 salî Emîra Xalid Şêxo roja 17/7/2022 li taxa Şêx Meqsûd a Helebê ji aliyê Tevegra Ciwanên Şoreşger ve hatiye revandin û ji bo navendeke leşkerî hatiye birin.

Herwiha Tora Çavdêriya Mafên Mirova eşkere kir, Emîra Xalid Şêxo ji gundê Qasim ê navçeya Raco ya Efrînê ye û bi malbata xwe re koçberî taxa Şêx Meqsûd a Helebê bûye.