Malbata zaroka 14 salî ya ku Ciwanên Soresger revandiye bangewazî kir!

02 July 2022 20:36 0 dîtin
Malbata zaroka 14 salî ya ku Ciwanên Soresger revandiye bangewazî kir!

PeyamaKurd - Rêxistina Ciwanên Şoreşger a girêdayî Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê 5 roj berê zarokeke 14 salî ji bajarê Qamişlo revandibû ku malbata wê bi banga eşkerekirina çarenivîsa wê dike.

Xalê zaroka revandî Xezala Mihemed Mela Mehmûd, Şêrzad Iniz ji K24ê re daye xuyakirin, rêxistina Ciwanên Şoreşger xwarziya wî 5 roj in revandiye û ew birine kampeke leşkeriya neçar.

Şêrzad gotiye, Xezal dema ji xuleke xwendinê ya pola 9 vedigeriya malê ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve hatiye revandin.

Malbatê bang li rêxistinên ku girîngiyê didin mafên zarokan, rêxistinên navdewletî û aliyên pêwendîdar kir ku fişarê li Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bikin ji bo çarenivîsa zaroka wan diyar bikin.

Xezal di 25/1/2008 de ji dayik bûye, bavê wê jî ne sax e ku heta niha ti agahî jê nînin.