Qamislo | Koma ‘Ciwanên Soresger’ êrîsî xwepêsandana ENKSê kir
PeyamaKurd - Li ser banga Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) îro Înê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê xwepêşandanek hat lidarxistin.
ENKS beriya niha ragihandibû ku ew ê bi dirûşmên "Na bo girtinê, azadî ji bo girtiyan”, “Na ji bo bilindkirina nirxê sotemeniyê”, “Na ji bo sepandina bacan li ser welatiyan” û “Na ji bo bilindkirina nirxê nan” li Rojavayê Kurdistanê xwepêşandanan li dar bixin.
Xwepêşandana yekem doh 23yê Îlonê li bajarê Amûdê hatibû lidarxistin û îro 24ê Îlonê jî bi pêşengiya ENKSê li Qamişlo bi beşdariya xelkê bajêr xwepêşandanek hat lidarxistin.
Di xwepêşandana li Qamişlo de, koma bi navê `Ciwanên Şoreşger` ku bi ser PKKê ve ye êrîşî xwepêşanderan kir ku li gorî zanyariyan hejmarek kes birîndar bûn.
Herwiha hat diyarkirin ku êrîşa Ciwanên Şoreşger a bi ser xwepêşanderan de, piştî êrîşê ji aliyê Asayîşa Rojava hatiye rawestandin.

Di xwepêşandana bajarê Qamişlo de, endamê Desteya Serokatiya ENKSê Mihemed Îsmaîl got: “Ev daxwaz, ne tenê daxwaza Encûmena Niştimanî ya Kurdî ye, ne ya kesekî, ne jî ya malbatekê ye, ev daxwaza hemû xelkê ye, hatina we ji bo piştgiriya hemû wan kesan e ku li vê deverê dijîn.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin