Koma Emsat li Efrînê êrîsî xwepêsanderan kir
PeyamaKurd – Jinên gundê Kaxrah îro danê sibê rabûn ser xwe, piştî ku bac ji her darê zeytûnê re ji aliyê Sultan Şah ve ku bi navê El-Emşat tê naskirin red kirin. Endamên frakisyonê êrîşî jinên xwepêşander kirin û di encamê de zêdetirî bîst jin birîndar kirin û hejmarek jî kuştin.
Li gor zanyariyan, ji ber wan birîndaran înternet ji herêmê hat qutkirin, da ku nûçe belav nebe. Hêjmara birîndar û mirîyan ne diyar e ji ber ku hemû gund dorpêç kirine û rewş hîn aloz e.
Gundê ku beriya niha darên zeytûnan lê hatibûn birîn û dizî û talan hatibû kirin, beriya çend rojan ji aliyê zêdetirî 500 çekdaran ve hatibû dagirkirin.
PeyamaKurd/Efrîn

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin