Çekdarên Emsatê hêrisî gundekî Efrînê kirin

15 September 2024 22:19 0 dîtin
Çekdarên Emsatê hêrisî gundekî Efrînê kirin

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku Koma Çekdar a bi navê Emşat ku yek ji komên çekdar ên girêdayî artêşa Tirkiyeyê ye, hêrişî gundê Kaxrê yê Efrîna Rojavayê Kurdistanê kiriye.

Jederên ji herêmê diyar kirin ku çekdarên Emşatê gund dorpêç kirine û li welatiyên Kurd xistine.

Jêderê ji gundê Kaxrê ji Rûdawê re ragihand ku nêzîkî 300 çekdarên Emşatê hêrişî gundê wan kirine û ji gundiyan daxwaz kirine ku bacê bidine wan, lê belê şêniyên gund li bêndera gund kom bûne û nerazîbûna xwe li hemberî baca bi zorê nîşan dane.

Jêderan ragihand ku piştî vê helwesta gundiyan, çekdarên Emşatê gule li gundiyan reşandine û di encamê de herî kêm 7 jin birîndar bûne.

Navê çar jinên ku birîndar bûne ev in: Henîfe Ebo, Eyşe Ebo, Sedîqe Henan û Cîhan Îso.

Jêderan dan zanîn ku di encama hêrişa çekdaran de hin xort jî hatine girtin û navê ji wan 2 xortên ku hatine girtin Îdrîs Hec Elî Ebo û Reşîd Îso ye.

Çekdarên Emşatê ji bo ku bi zorê pare ji xelkê bistînin, bi zorê belgeyan bi wan didin îmzekirin ku ew bêjin darên zeytûnan ên li gundên wan in ên PKKê ne.

Çekdarên Emşatê niha ew gund dorpêç kiriye û înterneta xelkê jî qut kiriye.

Jêderan her wiha dan zanîn ku li gundê Kaxrê yê ku nêzîkî 250 malên Kurd lê hene, nêzîkî 80 hezar darên zeytûnan hene.