Efrîn | Çekdaran êrîsî ser koma El-Emsat kirin: 2 çekdar hatin kustin
PeyamaKurd – Çekdarên nenas li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, êrîşî ser rêbendeke koma El-Emşat li nahiya Şiyê kirin û di encamê de 2 çekdarên wê komê hatin kuştin.
Li gorî Rêxistina Mafên Mirova ya Efrînê, çekdarên nenas êrîşî wê rêbendê kirin û di encama êrişê de 2 çekdarên Lîwaya Sultan Suleyman Şah a ser bi Tirkiyê ve hatin kuştin.
Rêxistinê navê kuştiyan diyar kir, navê wan Welîd Hesen û Ehemed Mistefe Elebd e.
Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji Adara 2018an ve di kontrola artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên Sûrî yên girêdayî wî welatî de ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin