ENKSê êrîsên ‘Ciwanên Soresger’ sermezar kir û bang li Hevpeymaniya Navdewletî kir
PeyamaKurd – Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) li ser êrîşên çend rojên dawî yên li Qamişlo û Hesekê yên ser ofîsa Neteweyên Yekbûyî, Rêxistina Tenduristiya Cîhanî (WHO) û êrîşên rojeke berê li ser malên endamên serkirdayetiya ENKSê ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve daxuyanî da. ENKSê êrîş şermezar kirin û banga rêgirtina wan êrîşan li Hevpeymaniya Navdewletî kir.
Di daxuyaniya Sekreteriya Giştî ya Encûmena Niştimaniya Kurdî li Sûriyê (ENKS) de, hat diyarkirin ku ew êrîş ji aliyê rêxistina Ciwanên Şoreşger a bi ser Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve hatine kirin û hat gotin: “Ciwanên Şoreşger roja Pêncşemê bombe avêtine mala endama desteya serokatiya ENKSê Fesla Yûsif a li Hesekê, herwiha bombeyeke din jî avêtine mala endamê me Mehmûd Iwêcî ku di encamê de ziyaneke mezin gihîştiye malê.”
ENKS bal kişand ser êrîşên li Qamişlo yên ser avahiyên ofîsa Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina Tenduristiya Cîhanî (WHO) û dide zanîn, ew êrîşên Ciwanên Şoreşger gefên cidî ne li dijî berdewamiyaa karên xizmetguzarî û mirovî yên Neteweyên Yekbûyî li herêmê.
ENKS ew êrîş bi tundî şermezar kirin û bang li Hevpeymaniya Navdewletî ya ligel Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) kar dike kir ku berpirsyariya xwe pêk bînin û rê li ber êrîşên bi vî awayî bigirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin