ENKSê, êrîsên grûpên çekdar ên li Rojava sermezar kir

09 October 2022 20:00 0 dîtin
ENKSê, êrîsên grûpên çekdar ên li Rojava sermezar kir

PeyamaKurd- Encûmena Niştimanî ya Kurdî ya Sûriyeyê (ENKS), li ser rastlêhatina salvegera 3yemîn a operasyona Tirkiye û grûpên çekdaran ên li Serê Kaniyê û Girê Spî, daxuyaniyek da û kiryar û tawanên ku di wan êrîşan de hatibûn kirin, şermezar kir.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Sekreteriya Giştî ya ENKSê ve îro hat dayîn de hat gotin ku

“Hêzên Tirkiyeyê, bi hinceta parastina ewlehiya xwe ya neteweyî, ji ber hebûna PKK’ê û ji bo avakirina herêmeke ewle, êrîşî Serê Kaniyê û Girê Spî û herêmên di navbera wan de kir û ligel komên çekdar ên ser bi wê ve di çend rojan de ew herêm xistin bin kontrola xwe.

Piştî ku dewleta Tirkiyeyê bi Amerîka û Rusyayê re li ser 2 peymanan li hev kirin û li ser erêkirina HSD ya li ser wan herdu peymanan, operasyonên leşkerî rawestiyan. Di xalên peymanan de tekezî li ewlehî û parastina sivîlan û mal û milkên wan hat kirin, lê ew yek bê pabendî ma.”

Her wiha ENKSê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser  operasyonên leşkerî ku bi deh hezaran xelkê herêmê ji hemû pêkhateyan, neçar mabûn ku di salên borî de koçî bajar û gundên derdorê bikin û di nav şert û mercên dijwar de diman.

Di dewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku

“Grûpên çekdar ên ku li Serê Kaniyê û Girê Spî bi cih bûne, tawan û binpêkirin li dijî sivîlan kirin. Weki dizî û talankirina mal û milkên xelkê û bicihkirina malbatên xwe ya di wan malan de û gelek welatiyên Kurd ên bêguneh ên ku di malên xwe de mane jî tên revandin û êşkencekirin da ku bi darê zorê fîdyeyê bidin yan jî dê bên kuştin.

Tevî ku di raporta Komîteya Lêkolînan a Navdewletî de hatin gotin ku ‘tiştên li van deveran tên kirin, digihîjin asta tawanên şer’ jî kiryarên grûpên çekdar, nehatin rawestandin.”

Her wiha ENKSê bang li civaka navneteweyi, Netewên Yekbüyi (NY) û welatên pêwendîdar ên wekî Amerîka, Rusya û Tirkiyeyê dikin ku dawî li êş û azarên xelkê van deveran bînin û bi cidî kar bikin ku komên çekdar ji bajar û bajarokan, bên derxistin û dûrxistin û koçber jî bi hêsanî bikaribin vegerin warên xwe.

Her wiha rayerdarên ENKSê tekezî kirin ku rêveberiya Girê Spî, Serê Kaniyê û Efrînê, ji bo ji xelkê wê yê resen were radestkirin û hemû kesên ku tawan li dijî gel û milkên wan kirine, bên dadgehkirin.