Rojava | ENKSê êrîsên Tirkiyê sermezar kir û bang li PKKê kir

08 October 2023 11:40 0 dîtin
Rojava | ENKSê êrîsên Tirkiyê sermezar kir û bang li PKKê kir

PeyamaKurd - Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) êrîşên Tirkiyeyê yên ser Rojavayê Kurdistanê bi daxuyaniyekê şermezar kir û bang li Tirkiyê kir van operasyonan rawestîne.

ENKSê daxwaz ji PKKê kir ku destwerdanê di karûbarên Rojavayê Kurdistanê de neke û wê ji metirsiyan dûr bixe.

Di daxuyaniya Sekreteriya Giştî ya ENKSê de hate gotin: “Ji 5ê Cotmeha 2023an ve, hêzên Tirkiyê gelek navçe li Kurdistana Sûriyê bombebaran kirine ku di encamê de ziyaneke mezin gihandiye navendên xizmetguzariyê, stasyonên elektirîkê, gaz û avê û binesaziyê, di encamê de jî ziyanên canî û qurbanî çêbûn.”

ENKS diyar kir: “Ev êrîş bûn sedema rawestandina karûbarên nexweşxaneyan û kirîza sotemeniyê peyda kir, ku ev yek dê êş û azarên xelkê di van şert û mercên dijwar de, du qatan zêde bike, nîgeranî û nearamiyê çêbike û xelkê deverê dê zêdetir koçber bibin.”

ENKSê da xuyakirin: “Ev êrîş piştî êrîşa xwekujî ya li paytexta Tirkiyeyê, Enqereyê tên, ku Partiya Karkerên Kurdistanê berpirsyariya wê girtibû ser xwe, berpirsên Tirkiyeyê jî ew wek kiryareke terorîstî binav kir û gefa bersivdana wê yekê xwar.”

Di daxuyaniyê de hate gotin: “ENKS her tim tundûtîjî û hemû kiryarên terorîstî yên ku aloziya rewşê zêde dikin û karesatên zêdetir bi serê sivîlan de tînin, red kiriye.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de ENKSê anî ziman: “ENKS di dema ku armanckirina sivîlan, berjewendî û jêrxana xizmetguzarî û aborî şermezar dike, bang li Tirkiyeyê jî dike ku van operasyonan rawestîne û herêmê ji karesatên din dûr bixe.”

Hewiha ENKSê daxwaz ji civaka navdewletî kir, kar ji bo dîtina çareseriyeke siyasî ji krîza Sûriyê re, li gor biryara 2254 ya Neteweyên Yekbûyî û biryarên din ên pêwendîdar peyde bikin.

Di dawiyê de jî ENKS got ku ew red dikin navçeyên Kurdistana Sûriyê bibin meydana çareserkirina nakokiyên navxweyî di navbera PKK û Tirkiyeyê de û daxwaz ji PKKê kir ku rêzê li taybetmendiya gelê Kurd li Sûriyê bigire, destwerdanê di karûbarên wan de neke û herêmên Kurdî ji metirsiyan û gurkirina nakokiyan dûr bixe.