Li Rojhilat jî gel êrîsên Tirkiyê li dijî Rojavayê sermezar kir

11 October 2019 12:40 0 dîtin
Li Rojhilat jî gel êrîsên Tirkiyê li dijî Rojavayê sermezar kir

PeyamaKurd - Gêlê Kurd ê Rojhilatê Kurdistanê jî, li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê daketin qadan û êrîş şermezar kirin.

Li Rojhilatê Kurdistanê jî, gelê Krud êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Rojava) şermezar kirin û nerazîbûnên xwe anîn ziman. Gel duh daketin qadan û bertek nîşanî operasyonên Tirkiyeyê dan.

Tê çaverêkirin ku îro jî, bi heman awayî li seranserê Rojhilatê Kurdistanê gel dakeve qadan û êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar bike.

Hevdem kurdên Xorasanî jî bang li gel kirin da ku îro li ber derê Balyozxaneya Tirkiyê ya li Xorasanê kom bibin û êrîşên Tirkiyê yên li dijî Rojavayê Kurdistanê şermezar bikin.

Hêjayî gotinê ye ku duh li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê jî komek parêzer li dijî êrîşan çalakiyeke nerazîbûnê lidarxistibûn. Li gorî agahiyan ji hemû gelê Rojhilatê Kurdistanê hatiye xwestin ku îro saet 16:00an de dakevin kolanan û êrîşên Tirkiyê şermezar bikin.


Li Herêma Kurdistanê ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê xwepêşandan birêve diçin