Sanda Swêdê li dijî gef û êrîsên Tirkiyê pistgirî da Rojavayê Kurdistanê

18 October 2020 13:40 0 dîtin
Sanda Swêdê li dijî gef û êrîsên Tirkiyê pistgirî da Rojavayê Kurdistanê

PeyamaKurd - Şanda Wezarta Derve ya welatê Swêdê serdana Rojavayê Kurdistanê kir û li dijî êrîş û gefên Tirkiyê piştgirî da Rojavayê Kurdistanê.

Şanda Wezarta Derve ya Swêdê ku ji  nûnerê taybet ê dosyaya Sûriyê yê Wezareta Derve ya Swêdê Per Ornius, berpirsiyarê dosya mirovahî û alîkariya li Wezareta Derve ya Swêdê Per Dansk û şêwirmendê siyasî Carl Anderson pêk dihat, doh Şemiyê serdana serdana Rojavayê Kurdistanê kir.

Şanda Wezareta Derve ya Siwêdê bi Desteya Têkiliyên Derve ya Rêvebiriya Xweser re civiya û xem û fikarên xwe bo êrîş û gefên Tirkiyê û komên çekdar anî ziman û xwest Tirkiye ji deverên kontrolkirî yên Rojavayê Kurdistanê derkeve.

Di civîna rojnamevanî ya hevbeş a li Qamişlo de, Hevserokê Desteya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Dr. Ebdulkerîm Omer spasiya helwesta Siwêdê ji bo piştgîriya Rêveberiya Xweser kir ku Wezîra Derve ya Swêdê Anna Linde li Enqere, dema hevdîtina ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu, eşkere ji Tirkiyê xwestibû ji Sûriyê û herêmên Kurdî vekişe.

Ebdulkerîm Omer got: “Em spasiya Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde dikin li Enqerê li dijî dagirkeriya Tirkiyê helwesta xwe nîşan da. Ev duyem serdana Wezarta Derve ya Swêdê ye. Me gelek mijar gotûbêj kirin.”