Ji 121 rêxistinên Sûrî peyama dijî êrîsên Tirkiyê bo NY û Ewropayê
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku 121 rêxistinên sivîl ên Sûrî li dijî êrîşên Tirkiyê yên rojane bi ser bakurê rojhilatê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) peyamek ji Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê re şandin û xwestin, yekser êrîş û guhertina demografiyê ya li bajarên dagirkirî yên Rojavayê Kurdistanê bidawî were.
Hat zanîn ku 23ê Tebaxê 121 rêxistinên Sûrî li dijî êrîşên Tirkiyê yên rojane bi ser Rojavayê Kurdistanê de, peyamek ji Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê re şandin.
Wan rêxistinên sivîl ên ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ragihand ku êrîşên berdewam ên Tirkiyê yên ser bajar û bajarokên bakurê rojhilatê Sûriye aramiyê têk didin û dibin sedema koçberbûna bi hezaran xelkê resen ên herêmê.
Hat diyarkirin, niha xelkê navçeyên bakur û bakurê rojhilatê Sûriye ji ber operasyona pêşbînîkirî ya Tirkiyê di nav tirseke zêde de dijîn, lewra daxwaz dikin agirbesta 2019ê li herêmê were bicihkirin.
121 rêxistinan di dawiya daxuyaniya xwe de destnîşan kir: "Qet nabe koçberên Sûrî ji welatên Tirkiye, Lubnan û welatên din bi zorê bo welatê wan bên vegerandin, divê demografî neyê guhertin û tenê koçberên bixwazin bi kêfa xwe vegerin û li mal û warê xwe werin bicihkirin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin