Lubnan: Îsraîl êrîsên li dijî welat zêde dike

23 March 2025 21:09 0 dîtin
Lubnan: Îsraîl êrîsên li dijî welat zêde dike

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Îsraîlê ji doh ve doza êrîşên li ser Lubnanê zêde kiriye û bûye sedema wêraniyeke mezin.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji hesabê X yê artêşa Lubnanê hat dayîn, Îsraîl ji doh ve bi îdiayên cuda dozên êrîşên li dijî welêt zêde kiriye.

Hat ragihandin ku êrîşan hem başûr û hem jî li bakurê Çemê Lîtanî yên li başûrê welêt, heta herêma Bekaayê kirine hedef û ji bilî windahiyên canî, li herêmên lê ketine wêraniyeke mezin çêbûye.

Hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê îro piştî êrîşa hewayî sînor derbas kir û bi alavên avahîsaziyê derbasî bajarokê Rumeyşê bû û hêzên piyade yên ku derbasî nav axa Libnanê bûn, piştî demekê vekişiyan.

Hat destnîşankirin ku Îsraîl bi êrîşên xwe peymana agirbestê û biryara 1701ê ya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) binpê kiriye, hat ragihandin ku artêşa Lubnanê geşedanan bi rayedarên pêwendîdar re dişopîne.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku doh 3 moşek ji Lubnanê ber bi bakurê welêt ve hatin avêtin û moşekên navborî ji aliyê sîstema berevaniya hewayî ve hatin îmhakirin.

Li hember vê yekê artêşa Îsraîlê ku îdia kiribû ku bi dehan roketavêj û navendeke fermandariya Hizbullahê li Lubnanê hatine hedefgirtin, herwiha îdia kir ku di saetên êvarê de navendên fermandariya Hizbullahê, navendên binesaziyê, roketavêj û depoyeke çekan bombebaran kirine.

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di êrîşên doh ên artêşa Îsraîlê de 7 kes mirin û 40 kes jî birîndar bûn.