Serokwezîrê Lubnanê bang li Îsraîlê kir: Êrîsên li ser Gazze û welatê me rawestînin

04 November 2023 17:01 0 dîtin
Serokwezîrê Lubnanê bang li Îsraîlê kir: Êrîsên li ser Gazze û welatê me rawestînin

PeyamaKurd – Serokwezîrê Lubnanê daxwaz kir ku êrîşên Îsraîlê yên li ser Gazze û welatê wî bên rawestandin.

Serokwezîrê Lubnanê Necîp Mîkatî ku bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken re hevdîtin pêk anî, xwest êrîşên Îsraîlê yên bi çekên “li gorî peymanên navneteweyî qedexe ne” bên rawestandin. Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Lubnanê NNA, Mîkatî li Ammana paytexta Urdunê bi Blinken re hevdîtin kir.

Mikatî di hevdîtina xwe ya bi Blinken re diyar kir, ji bo rawestandina êrîşên Îsraîlê yên li ser Gazzeyê divê pêşî li agirbestê bê girtin û xwest ku êrîşên rêveberiya Tel Avîvê yên li ser başûrê Lubnanê û bikaranîna çekên ku li gorî peymanên navneteweyî qedexe ne û dibe sedema windahiyên zêdetir mirovan divê bên rawestandin. Herwiha hat ragihandin ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê Blinken jî gotiye, ew hemû hewlên xwe didin ji bo karkirina li ser pirsa girtiyan û rawestandina operasyonên mirovî û leşkerî.