Serokwezîra Swêdê: Em kesên di nava Swêdê de dijîn bi tu awayî radestî Tirkiyê nakin
PeyamaKurd – Serokwezîra Swêdê bi daxuyaniyekê diyar kir ku piştrastiyê dide welatiyên xwe û endamên rêxistinên din ên xwedî welatînameya Swêdê ku tu carî wan radestî Tirkiyê nake.
Serokwezîra Swêdê bi vîdeoyeyeke di medya civakî de hat weşandin, peymana welatê xwe ya bi Tirkiyê re wek 'dîrokî' bi nav kir.
Andersson da zanîn, PKK di lîsteya wan a terorê de ye û ji bo rûbirûbûna bi terorê re ew ê bi Tirkiyê re hevahengiyeke zêdetir bikin.
Serokwezîra Swêdê di peyama xwe de eşkere kir, em dizanin ku Kurdên li Swêdê û endamên wan rêxistinên ku Tirkiye daxwaza wan dike wê nîgeran bin, lê bi sê xalan piştrasî da wan kesên ku dinava Swêdê de dijîn ku bi tu awayekî wan radestî Tirkiyê nake. Ev di demekê de ye ku zêdeyî 100 hezar Kurd li Swêdê dijîn.
Serokwezîra Swêdê Magdalina Andersson di derbarê civînê de destnîşan kir: “Ji bo me rojeke dîrokî bû ku em pêngaveke din bo endambûna NATOyê nêzîk bûne. Ev ji bo Swêd û asayîşa xelkê Swêdê baş e. Ev jî piştî êrîşa Rûsya bo ser Ukraynayê pêk hatiye. Rêkeftina me li gel Tirkiye û Finlandayê beşeke di warê heman tiştî de ye ku niha li Swêdê em dikin. Ev tişt piştî bi endambûna me li NATOyê her berdewam dibe. Em bi awayekî nêzîktir li gel Tirkiye kar dikin, bi taybetî jî di pirsa PKKê de ku di lîsteya terorê de ye. Ev jî dihêle ku beşekî xelkê Swêdê dilgiran bibin.
Herwiha Magdalina Andersson got: “Ez dixwazim 3ê xalan ji we re bibêjim, yekem, eger welatiyê Swêdê bî qet nayê radestkirin. Duyem, bê guman di vê pirsê de kar bi yasaya Swêd û navdewletî tê kirin, sêyem jî, eger tu di çalakiyên terorîstî de ne beşdar bî, ev nabe cihê dilgiraniyê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin