Li Swêdê jinek ji ber besdariya jenosîdkirina êzidiyan hate sizadan

11 February 2025 19:38 0 dîtin
Li Swêdê jinek ji ber besdariya jenosîdkirina êzidiyan hate sizadan

PeyamaKurd - Dadgeha Stockholm a Swêdê ragihand, jina bi navê Lîna Îshaq ji tawana 'qirkirin, sûcên li dijî mirovahiyê û sûcên şer ên cidî' hatiye mehkûmkirin û 12 sal cezayê girtîgehê li ser hate sepandin. Hate diyarkirin ku kiryarên wê di çarçoveya êrîşeke berfireh a DAÎŞê de hatine nirxandin ku li hemberî Êzidiyan bûn.

Beriya niha 3 jê jin, 6 jê zarok bi giştî li 9 kesan ji bo tawanên rêxistina terorîst a DAÎŞê li hemberî Êzidiyan li Swêdê de doz hatibû vekirin.

Dadgeha Swêdê eşkere kir, Lîna Îshaq ji veguhestina mexdûran, girtina wan û kolekirina wan a li Reqayê berpirsyar bû.

Dadgehê destnîşan kir ku "sîstema kolekirinê ya giştî" ji aliyê DAÎŞê ve li dijî nifûsa Êzidiyan weke yek ji rêya tawanên şer ên li dijî mirovahiyê û qirkirinê hatiye bikaranîn.

Dadgeran herwiha tespît kirin ku jin xwedî niyeta tunekirina komeke olî bû.

Lîna Îshaq di sala 2022yan de ji ber ku hişt kurê wê yê 12 salî ji aliyê DAÎŞê ve weke leşkerê zarok bê bikaranîn hatibû cezakirin û girtî ye. Cara yekem wê jina DAIŞÎ li ser jenosîda êzidiyan jî ceza xwar.

Li gorî servîsa îstîxbaratê ya Swêdê Sapo, yek ji çaran nêzî 300 Swêdî yan jî kesên li Swêdê diman bi taybetî di salên 2013 û 2014an de li Sûriye û Iraqê tevlî DAÎŞê bûne.