Li Almanya jineke DAISî ji tawanên dijî Êzidiyan tê dadgehkirin

12 November 2020 22:01 0 dîtin
Li Almanya jineke DAISî ji tawanên dijî Êzidiyan tê dadgehkirin

PeyamaKurd Terorîsteke jin a DAIŞê ji ber tawanên dijî mirovahiyê yên li hemberî Êzidiyan kiriye, li Almanyayê tê dadgehkirin.

Serdozgeriya Federal a bajarê Karslrûhe ya Almanyaya Federal ragihandiye ku Nûrten J. sala 2015an ji Almanyayê çûye Sûriyê û tevlî DAIŞê bûye û li hember êzidiyan gelek tawan kirine ku ji bo wê jî doz lê hatiye vekirin.

Dozgeriya Alman diyar kiriye mu destê Nûrten J. di kolekirina keç û jinên Kurdên Êzidî de hebûye û navbera salên 2016 û 2017an, wê herî kêm jineke Êzidî weke kole bi kar aniye.

Nûrten J. Herwiha bi tohmeta tawanên din ên dijî mirovahiyê di nav DAIŞê de tê dadgehkirin.

Ev jina DAIŞî kesa duyem e ku li Almanyayê ji ber tawanên DAIŞê doz lê hatiye vekirin û tê dadgehkirin.