Parlamentoya Almanyayê wê li ser naskirina tawanên li dijî Êzîdiyan wek jenosîd gotûbêj bike

09 January 2023 10:44 0 dîtin
Parlamentoya Almanyayê wê li ser naskirina tawanên li dijî Êzîdiyan wek jenosîd gotûbêj bike

PeyamaKurd Hat ragihandin, Parlamentoya Almanyayê wê li ser naskirina tawanên li dijî Êzîdiyan wek jenosîd gotûbêj bike.

Li gor Mîrê Êzidiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg ji K24ê re diyar kiriye, “12 welatan jenosîda Êzîdiyan nas kirine û biryar e di 19ê vê mehê de ji bo naskirina jenosîda Êzîdiyan li parlamentoya Almanyayê pêşwazî li me bê kirin.”

Di berdewamiyê de Mîr Hazim Tehsîn Beg destnîşan kiriye, niha 320 hezar Êzîdî li Almanyayê dijîn. Almanya piştî Kurdistanê, duyemîn welatê herî mezin e ku Êzîdî lê dimînin e.

Li gorî Nûnerê Êzîdiyan li Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî yên Herêma Kurdistanê Xeyrî Bozanî, Encûmena Mafên Mirovan, Parlamentoya Ewropayê, Encûmena Pîran a Amerîka, Komîseriya Bilind a Mafên Mirova ya Netewên Yekgirtî, Brîtanya, Fransa, Kanada, Skotlanda, Ermenîstan, Awustralya, Herêma Kurdistanê, Portugal, Iraq, Hollanda, Komîteya Dewletê ya Lêkolînê di Sûriye de û Yekitiya Zanayên Cîhanê, ev welat û rêxistinên navdewletî ne ku tawanên li dijî Kurdên Êzidî wek jenosîd nas kirine.

Herwiha li gorî daneyên Netewên Yekgirtî, ji destpêka êrîşa 3ê Tebaxa 2014an ve li ser Şingalê û herêmên derdora wê, zêdeyî 5 hezar Êzîdî şehîd bûne.