Li Almanyayê dengdana hilbijartina Parlamentoya Federal birêve diçe
PeyamaKurd – Ji bo hilbijartinên Parlamentoya Federal a Almanyayê welatî îro ji bo 630 parlamenteran hilbijêrin deng didin. Li gorî amarên fermî mafê 59 milyon kesan heye deng bidin. Zêdetirî 30 milyon ji dengderan jin in û 28.6 milyon jî dengderên mêr in û 2,3 milyon kes jî cara yekem dikarin deng bidin.
Li gorî rapirsiyên dawî, nêzîkî ji sedî 30yê dengderan hîn biryar nedane dengê xwe bidin kîjan partiyê.
Serokê Partiya Yekîtiya Xiristiyan a Demokrat (CDU) Friedrich Merz, namzedê herî bihêz ê posta serokwezîriya Almanyayê tê nîşandan.
Friedrich Merz, di kampanyaya xwe ya dawî de soz da ku dê tedbîrên tund li hemberî rastgiran bigire.
Partiya Alternatîv ji bo Almanyayê (AfD) ya rastgir û radîkal a dijî koçberan jî li gorî rapirsiyan, dengekî zêde dibe ku bi dest bixe û soz daye ku dê tedbîrên li hemberî koçberan tundtir bike.
Merz ragihand ku eger partiya wî bi ser bikeve, dê dengê Almanya li Ewropayê xurttir bibe û got: "Ji vir û pê ve divê ewlehiya Ewropayê di destê Ewropiyan de be, ji ber ku êdî piştgiriyên Amerîkayê ne garantî ne."
Almanya xwediyê mezintirîn aboriya Ewropayê ye û pêwendiyên di Ewropa û Amerîkayê de piştî vegera Donald Trump ber bi lawaziyê ve diçin.
CDU li dijî siyaseta Donald Trump a Ewropa û Rojhilata Navîn radiweste, AfD jî piştevaniya wî dike.
Li gorî rapirsiyan Partiya Demokrat a Xiristiyanan bi bidestxistina ji sedî 30yê dengan dê bibe yekem û Friedrich Merz dê bibe serokwezîrê nû yê Almanyayê.
Herwiha tê texmînkirin ku ji sedî 20ê dengan AfD wergire û bibe hêza duyem Almanyayê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin