Parlamentoya Kurdistanê: Divê Iraq qanûnek taybet derbarê naskirina jenosîda li dijî gelê Kurdistanê derxe

16 March 2023 13:02 0 dîtin
Parlamentoya Kurdistanê: Divê Iraq qanûnek taybet derbarê naskirina jenosîda li dijî gelê Kurdistanê derxe

PeyamaKurd – Parlamentoya Kurdistanê daxwaz ji Parlamentoya Iraqê kir ku jenosîdên li dijî gelê Kurdistanê nas bike û mafên kesûkarên şehîd û qurbaniyên jenosîdê biparêze.

Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê ku ji bo 35. salvegera Komkujiya Helebceyê daxuyaniyek da, şehîdên komkujiyê bi bîr anî.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di dema ku xweza her sal di biharê de ji nû ve şiyar dibe, mixabin gelê me bi trajedî û qetlîamên kîmyayî yên nedîtî, salvegerên jiyanê, xwezaya Kurdistanê û hewldanên tunekirina neteweya Kurd a aştîxwaz pêşwazî dike." û hat eşkerekirin, biryara parêzgehkirina Helebceyê ji aliyê Parlamentoya Iraqê ve hatiye qebûlkirin û wiha hat gotin:

“Bi baweriya me ya bi serkeftina gelê Kurdistanê û îradeya şoreşgerî ya Iraqê li hember rejîma hov û dîktator, em pîrozbahiyê li xelkê Helebce dikin û ji bo biryara Parlamentoya Iraqê spasiya xwe dikin. Herwiha em daxwaz dikin Serokatiya Parlamentoya Iraqê û hemû fraksiyonan bi jenosîdên li dijî gelê Kurdistanê nas bikin û mafên kesûkarên şehîdan û qurbaniyên jenosîdê biparêzin. Em daxwaz dikin ku ji bo kesên ku di vê travmaya psîkolojîk a mezin de mexdûr bûne, qanûnek ku di nav de tazmînata madî û manewî hebe bê derxistin.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de tekezî li ser wê yekê hat kirin ku divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hemû hêza xwe ji bo avakirina Helebce û herêmê bi giştî û danîna bingehên beşên cuda cuda bike.