"Divê Iraq di warê hinardekirina çandiniyê de Herêma Kurdistanê mînak bigire"
PeyamaKurd – Balyoza Hollanda li Iraqê Janet Alberda ragihand ku divê Iraq Herêma Kurdistanê di hinartina berhemên çandiniyê de mînak bigire.
Foruma 2024ê ya Enstîtuya Lêkolînên Rojhilata Navîn (MERI) ya bi sernavê “Ber Rêvebiriya Baş û Serkeftinê” doh li bajarê Hewlêrê destpê kir û dê du rojan berdewam bike.
Balyoza Hollandayê Janet Alberda ku beşdarî vê forumê bû got, "Em dibînin ku Herêma Kurdistanê berhemên xwe yên navxweyî wek kartol hinarde dike. Divê Iraq Herêma Kurdistanê di hinartina berhemên çandiniyê de mînak bigire."
Alberda bal kişand ser wê yekê ku armanca wan ew e ku alîkariya Iraqê bo hinartina berhemên xwe bikin û got: "Ji ber ku serokwezîrê Iraqê plana reforman li Iraqê dike, em dixwazin hevahengiya ligel Iraqê di warên cuda de berfirehtir bikin."
Balyozê Hollanda amaje bi wê yekê jî kir ku ew dixwazin hemahengî û pêwendiyên xwe bi Iraqê re di warên cuda de berfirehtir bikin û got, "Mebesta me jî çareserkirina pirsgirêkên siyasî, ewlehî û aborî yên Iraqê ye. Ji ber ku em dibînin ku Serokwezîrê Iraqê plana reforman li Iraqê dike. Bi taybetî di warê aborî de."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin