Andersson carek din wekî yekem Serokwezîra jin li Swêdê hat hilbijartin
PeyamaKurd – Magdalena Andersson wekî yekem Serokwezîra jin li Swêdê hat hilbijartin. Anderson hefteya borî piştî ji bo serokwezîriyê hatibû hilbijartin bi 7 saetan, îstîfa kiribû. Lê do carek din ji bo hikumeta koalîsyonê li meclisê dengdan çêbû û hikumet hat avakirin.
Hikumeta Swêdê ji Partiya Sosyal Demokrat û Partiya Keskan pêk tê. 173 mebûsî dengê "na" bikar anî, 101 mebûsî dengê "erê" da. Ji ber ku dengê "na" negihîştin 175'î hikumet saz bû. 2 kesên din bigotina "na" hikumet saz nedibû.
Magdalena Andersson di sala 1967an de li Uppsalayê hatiye dinê.
Anderssonê Dibistana Aborî ya Stockholmê xwend û paşê di navbera salên 1992-95'an de perwerdehiya lîsansa bilind girt. Di navbera salên 2009-2012'yan de peywira Midûriyeta Daîreya Bacê ya Swêdê girt ser milên xwe. Ew ji sala 2014'an ve Wezîra Maliyeyê bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin