Erdogan û serokwezîra Îsweçê Andersson bi telefonê axifîn
PeyamaKurd – Beşa ragihandina serokkomariya Tirkiyê ragihand ku serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan û serokwezîra Îsweçê Magdalena Andersson di rêya telefonê de axifîne. Di axaftina xwe de her dû teref li ser daxwaza endamtiya Îsweçê axifîne, ji bo Îsweç bibe endamê NATO yê, Erdoğan ji serokwezîra re gotiye ku divê Îsweç ew esasên ku ji bo Tirkiyê girîngin yên weka têkoşîna li dijî terorê de, gav bavêje.
Erdoğan ji Îsweçê re ragihandiye ku divê tewrê xwe yê li hemberê PKK/PYD/YPG ê biguhêre, endîşeyên Tirkiyê ji ortê rake lê heya niha ti gavavêtinekî weha di Îsweçê de nedîtiye. Erdoğan ji serokwezîra xwestiye ku ambargoya sîlih û sektora sanayiya bergiriyê ji ser Tirkiyê rabin, îadeyên kesên siyasî pêkwere û dixwaze gavên berbiçav ji Îsweçê bibîne.
Li hemberê tehdîdên Rûsyayê Îsweç û Fînlandiya dixwazin bibin endamên NATO yê lê eger Tirkiye mijarê erê neke, wê nikaribin bibin endam. Hetta Tirkiye lîstekî tije navên siyasî daye hukumeta Îsweçê da wan bide Tirkiyê û di nav wan de navên kesên ku mirine jî hene.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin