Serokwezîra Îsweçê Magdalena Andersson ragihand ku sibê îstîfa xwe dide

15 September 2022 01:07 0 dîtin
Serokwezîra Îsweçê Magdalena Andersson ragihand ku sibê îstîfa xwe dide

PeyamaKurd – Seroka Partiya Sosyal Demokrat Magdalena Andersson, civîna çapemeniyê lidar xist û ragihand ku di hilibjartina 11 ê êlûnê de têkçûna xwe qebûl dike û wê di 15 ê êlûnê de îstîfa xwe bide. Andersson weha got:

“Ez di roja 15 ê êlûnê de daxwaza sitendina ji wezîfê bikim. Wê berpirsiyarî bikeve destê meclis û serokatiya meclisê. Ev egera hilbijartina xelkê Îsweçê ye û rêzgirtina li demokrasiyê ye. Şerê nêzî herêma me, dema em krîza enerjiyê û aboriyê bidin ber çav, divê bilez hukumetekî ava bibe. Piştî em bi serokê partiya muhfazakar Ulf Kristersson re li ser bingehê lihev bikin, ji bo çareseriya van pirsgirêkan, deriyê me ji Kritersson re vekiriye.

Serokê partiya Muhazafakar Ulf Kristersson jî di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku wê sibê dest bi avakirina hukumetê bike.

Di hilbijartina 11 ê êlûnê de bloka rastgir % 49,6 û bloka çepgir ya desthilat %48,9 dengan sitendibû.