ENKSê bang li NYê kir: Komên çekdar, ji Rojava derxin!
PeyamaKurd- ENKSê ji Neteweyên Yekbûyî (NY) xwest ku grûpên çekdar li bajarên Rojava derxin.
Berpirsên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Suriyê (ENKS) û gelek welatî ji bo 4 Kurdên ku di pîrozbahiya Newrozê ya li bajarokê Cindirêsê ya Efrînê de hatibûn qetilkirin, li ber ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Hewlêrê kom bûn.
Endamê Desteya Nûneratiya ENKSê Newfer Reşîd di daxuyaniya xwe de diyar kir ku wan hin daxwazên xwe yên derbarê kuştina 4 welatiyên Kurd ji NY re ragihandine û ya herî girîng jî daxwaza dadgehkirina tometbaran bûye.
Reşîd diyar kir ku wan daxwaza derxistina komên çekdar ji bajarên Rojava ji rayedarên Neteweyên Yekbûyî re şandine û got, "Ji ber ku ev kom ji bo ewlehiya jiyana welatiyan bûne metirsiyeke cidî."
Êvara 20ê Adarê, li bajarokê Cindiresê yê Efrînê, 4 welatiyên Kurd ên ku dixwestin agirê Newrozê pêxin, ji aliyê endamên koma Ehrar El-Şarkiye ve hatin kuştin û hin welatî jî birîndar bûbûn.
Rêveberiya Herêma Kurdistanê jî li hember bûyerê bertekên tund nîşan dabûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin