Ji Rêveberiya Rojava bangewaziya zarok û çekdarên DAISê…

14 August 2023 20:15 0 dîtin
Ji Rêveberiya Rojava bangewaziya zarok û çekdarên DAISê…

PeyamaKurd - Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Rojavayê Kurdistanê) bangewazî li civaka navdewletî kir ku ji bo darizandina çekdarên girtî yên DAIŞê, avakirina navendên perwerdekirina zarokên DAIŞê û tevlîkirina wan a di civakê de, hevkariya wan bikin.

Di daxuyaniya Rêveberiya Xweser de hate gotin, wan di peydakirina cih, pêdiviyên girtîgehan û parastina herêmê ji xetereya DAIŞê de gelek zehmetî kişandine û bang li civaka navdewletî hate kirin, alîkariyan pêşkêş bikin da ku darizandina çekdarên DAIŞê pêk were û edaleta civakî û ya navneteweyî were bicihanîn.

Di beşeke daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Dosyaya zarokên DAIŞê, xetere ye. Divê navendên perwerdekirina wan bê vekirin ji bo ku tev li civakê bên kirin. Ew qurbanên fikrekî terorîst in. Perwerdekirina wan rê li pêşiya xetereyeke pêşerojî digire ku dê bandor li seranserî cîhanê bike. Her derengmayînek vê xetereyê zêdetir dike.”

Herwiha Rêveberiya Rojava diyar kir, ji bo ku rê li pêşiya firehbûna vê fikra tundraw bê girtin û berjewendiya herî bilind a pêkhateyên herêmê were parastin, bang li civaka navdewletî dikin ku ew amade ne ji bo parastina pêşeroja wan zarokan tevlî bernameyên civaka navdewletî bibin.