6 rêxistinên sivîl êrîsên ser ofîsên ENKSê sermezar kir
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku 6 sazî û rêxistinên yasayî û mafên mirovan êrîş û kiryarên Tevgera Ciwanên Şoreşger li dijî ENKS û partiyên bi ser wê ve şermezar kir ûdiyar kir, ew kiryar dijî yasayên navdewletî û azadiya derbirînê ne.
Komîteya Kurdî ji bo Mafên Mirovan li Sûriyê (Rasid), Rêxistina Mafên Mirovan li Sûriyê – MAF, Rêxistina Berevaniya li Girtiyên Rayê li Sûriyê (Rewangeh), Rêxistina Kurdî ji bo Mafên Mirovan li Sûriyê (DAD), Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê (Buroya Yasayî) raporek derbarê revandina endamên ENKSê û şewitandina ofîsên ENKSê û partiyên wê ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve belav kir.
Hate gotin ku di heyama 2 mehan de, Ciwanên Şoreşger 8 endamên partiyên di nava ENKSê de revandine û 11 ofîsên wan şewitandine.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, kiryarên ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve hatine kirin, li dijî hemû qanûn, peyman û belgeyên xwecihî, herêmî û navdewletî yên taybet bi parastina mafên mirovan e, bi taybetî bend 10 ya Danezana Cîhanî ya Mafên Mirovan a ku ji hêla Neteweyên Yekgirtî ve di sala 1948 de hatiye weşandin û xalên (1.14 û 5.14) yên Peymana Navdewletî ya li ser Mafên Medenî û Siyasî ku ji hêla Neteweyên Yekgirtî ve di sala 1966 de hatiye derxistin.
6 rêxistinan got: “Em dibînin ku kiryarên Rêxistina Ciwanên Şoreşger kirine, binpêkirina eşkere ya yasayên navdewletî yên girêdayî mafên mirovan, azadiya raman û derbirînê û binpêkirina eşkere ya yasayên asmanî û exlaqî ye û divê ew derkevin pêşberî dadgehên aşkere ku rêxistinên mafên mirovan û parêzerên serbixwe yên malbatên girtiyan jî tê de beşdar bibin.
Di dawiyê de bang li saziyên mafên mirovan yên herêmî û navneteweyî hat kirin ku van tawanên li pey hev, berdewam û sîstematîk şermezar bikin û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li hember van tawanan berpirsiyar bibînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin