SOHR: Di êrîsên hewayî yên dewleta Tirk ên li ser Rojava de 27 sivîlan jiyana xwe ji dest dan

25 October 2024 11:36 0 dîtin
SOHR: Di êrîsên hewayî yên dewleta Tirk ên li ser Rojava de 27 sivîlan jiyana xwe ji dest dan

PeyamaKurd – SOHR ku navenda wê li Brîtanyayê şer û pevçûnên li Sûriyê dişopîne ragihand ku di êrîşên Tirkiyê de di 24 saetên dawî de 27 sivîl hatine kuştin.

Piştî êrîşa TUSAŞê ya li Enqereyê ku 5 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, Tirkiyeyê li dijî Herêma Kurdistanê û Rojava êrîşên hewayî pêk anî.

Wezareta Parastina Neteweyî ragihand ku di êrîşên 24ê Cotmehê saet 23.30an de "li bakurê Iraqê 34 hedef hatin lêxistin".

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di êrîşên 24 saetên dawî de li Rojava 27 sivîl mirin.

Di daxuyaniya rêxistina ku navenda wê li Îngilîstanê ye û toreke wê ya ragihandinê ya berfireh li Sûriyeyê heye, hat gotin ku "Hêzên Tirkiyeyê êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî berbiçav zêde kirine."

Çavdêrên SOHRê ragihandin ku 45 êrîşên balafirên bêmirov û 4 balafirên şer li dijî avahiyên cihê yên li herêmê pêk hatine.

Di daxuyaniya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de hat ragihandin ku di êrîşên hewayî yên Tirkiyeyê de binesaziyên sivîl ên wekî "nanpêjxane, tesîsên enerjî û petrolê" hatine hedefgirtin.