Tirkiye: Me li Qendîl û Asosê li dijî baregehên PKKê êrîsên hewayî pêk anîn
PeyamaKurd – Tirkiyê ragihand, hemwext êrîşên asmanî li ser herêmên Asos û Qendîlê yên Herêma Kurdistanê pêk anîne.
Wezareta Berevaniya Neteweyî ya Tirkiyê (MSB) diyar kir, pêr bi şev li gelek deverên Herêma Kurdistanê li dijî PKKê gelek operasyonên asmanî pêk anîne.
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, li Qendîl û Asosê li dijî baregehên PKKê operasyonên esmanî hatin kirin.
Hat diyarkirin, operasyon bi şev saet di 00:30 de li gelek cihan hemwext destpê kir.
Hat gotin, "16 devê şikeftan, 4 sitargeh, 2 embarên maddî" di operasyona hewayî ya li dijî herêma 180 kîlometre kûrahiya sînorê Tirkiyeyê de ji aliyê balafiran ve hatiye bombekirin û gelek PKKyiyan jiyana xwe ji dest dane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin