Rojava | ENKSê li ser sewitandin û êrîsên ser ofîsên xwe bang li Amerîkayê kir

26 April 2022 19:10 0 dîtin
Rojava | ENKSê li ser sewitandin û êrîsên ser ofîsên xwe bang li Amerîkayê kir

PeyamaKurd - Encûmena Niştimanîya Kurd li Sûriyê (ENKS) ji bo êrîşên li ser ofîs û navendên wan ên li Rojavayê Kurdistanê bang Amerîkayê kir ku sînorekî ji binpêkirinên partiya deshilat PYDê re deynin.

Sekreteriya Giştî ya ENKSê îro 26ê Nîsanê, li ser şewitandin û êrîşên ser 9 ofîsên ENKSê û partiyên di nava wê de ku di çend rojên dawî de pêk hatine daxuyaniyek belav kir.

ENKSê di daxuyaniya xwe de diyar kir, “PYD û dezgehên wê yên ewlekariyê, bi rêya êrîşkirina ser ENKSê û şewitandina ofîsên wê, sivikatîkirina bi al û sembolên Kurdistanê, birêkxistina meşên di bin sembol û diruşmên PKKê de, revandina zarokan û gefxwarina li malbatên Pêşmergeyên Roj, rewşeke girjî û tirsandinê di nava xelkê zêde dike.”

Di daxuyaniyê de hat gotin ku armanca PYDê ji van êrîşan ew e “kedên Amerîka yên ji bo amadekirina zemîneke erênî ji bo nehîştina astengiyên li pêş danûstandinên Kurdî dide, têk bide, herwiha ji bo bidawîkirina jiyana siyasî û veşartina têkçûnên wê ye.”

ENKSê bang li Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî kir û wiha pê de çû: “Em bang li Hevpeymaniya Navdewletî û bi taybet Amerîka dikin ji ber li herêmê ye, pêwendiyên wê bi HSDê re hene û serperiştiya danûstandinên Kurdî dike, rêkarên pêwîst bigire û helwesteke cidî li hember kesên li pişt van êrîşan bigire û wan ceza bike.”