Zarokekî Kurd ê 12 salî bû sampiyonê Karate-Do yê Asya Navîn

20 February 2022 20:25 0 dîtin
Zarokekî Kurd ê 12 salî bû sampiyonê Karate-Do yê Asya Navîn

PeyamaKurd – Zarokekî kurdek ê 12 salî li ser navê Kazakistanê beşdarî turnuvaya navneteweyî ya Karate-do ya WKF ya Bişkek Open bû û madalyeya zêrîn wergirt.

Turnuvaya navborî di navbera 18-20ê Sibatê de li paytexta Kirgizistan Bîşkekê bi beşdariya zêdetirî hezar werzişvanên ji Kirgizistan, Kazaxistan û Ozbekistanê hat lidarxistin.

Hat ragihandin ku Rodîyê Barî Mistefayev di kategoriya xwe de, bû Şampiyonê Karate-Do yê Asya Navîn û xelata madalyaya zêrîn wergirt.

Rodî Mistefayev sala 2018an li Portugalê di Şampiyoniya Fermî ya Cîhanê li ser Karate-Do-Şatakan ya beşa Komîtê de – an ku di pêşbaziya teka tek de - bûbû Şampiyonê Cîhanê.

Malbata Rodî beriya 30 salan ji Ermenistanê koçî Kazaxistanê bûye û niha jî li Astanayê jiyana xwe didomînin.