Xortekî kurd ê 15 salî di karateyê de bû sampiyonê Sûriyê

23 April 2019 13:42 0 dîtin
Xortekî kurd ê 15 salî di karateyê de bû sampiyonê Sûriyê

PeyamaKurd- Xortekî Kurd ê ciwan ji bajarê Qamişlo yê rojavayê Kurdistanê di werzişa karateyê de bû şampiyonê tevahiya Sûriyê û medalyayeke zêrîn bi dest xist.

Pêşbirka Şampiyoniya karateyê li paytexta Sûriyê Şamê birêve çû û ciwanê kurd Mihemed Ehmed Cirdo ku di sala 2004an li Qamişlo ji dayik bûye, beşdarî pêşbirkê bûbû.

Ehmed Cirdo di wê şampiyoniya sporê de asteke bilind nîşan da û bi serkeftinên xwe yên berdewam bû beşa Kyokushin Kay Karate de bû şampiyonê tevahiya Sûriyê.

Mihemed Cirdo tevî malbata xwe niha li taxa Enteriyê li bajarê Qamişlo dijî. Cirdo piştî ku bû şampiyon ev daxuyanî da, “Ji 11 saliya xwe û bi vir ve vi kareteyê re mijûl dibim û înşallah em ê hêj pêş de bibin. Me ‘merkezek’ (madalyayek) bidest xist û me serê kurdan pê bilind kir."