BANE - 2 Kolber ji aliyê hêzên Îranê ve hatin kustin
PeyamaKurd - Li herêmên sînorî yên bajarê Baneyê yê parêzgeha Sineyê ya Rojhilatê Kurdistanê, di nava 24 demjimêran de 2 kolber bi fişekên hêzên Îranê hatin kuştin.
Li gorî rapora Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, hêzên sînorî yên Îranê doh li sînorê Hengejala Baneyê fîşek berdan kolberan.
Kolberê bi navê Celal Heyder, li vê derê bi guleyên hêzên Îranê canê xwe ji dest da.
Roja sêşemê li heman herêmê kolberê bi navê Yadgar Rehîmî dîsa bi guleyên hêzên Îranê hatiye kuştin, herwiha kolberek jî birîndar bû.
Yadgar Rehîmî xelkê gundê Dêkonê yê bajarê Baneyê ye. Yadgar Rehîmî 34 salî bû û du zarokên wî hene.
Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Kurdpayê, di 75 rojên borî de 7 kolber li herêmên sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê hatine kuştin û 105 kolber jî hatine birîndarkirin.
Kurdpayê da zanîn ku 36 kes ji wan jî zarok in.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin