Li Ûrmiyê du kolberên Kurd ji aliyê hêzên Îranê ve hatin kustin

19 November 2020 14:31 0 dîtin
Li Ûrmiyê du kolberên Kurd ji aliyê hêzên Îranê ve hatin kustin

PeyamaKurd –  Li sînorê qezaya Şino ya parêzgeha Ûrmiye ya Rojhilatê Kurdistanê, hêzên Îranê teqe li hejmarek kolberên Kurd kirin û di encamê de du kolberan can dan.

Li gor Rêxistina Mafê Mirovan a Hengawê jî diyar kir, di bûyera do êvarî de du kolberên Kurd ên bi navê Hakan Mihemedzade û Wesîm Ferdînzade ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin.

, di bûyerê de kolberekî din ê bi navê Wesîm Ferdînzade jî can daye, ku xelkê gundê Pirdawê yê ser bi Şinoyê ve bûye.

Herwiha di rapora Hengawê de hatiye ragihandin, ku di navbera her du binkeyên serbazî yên Zormazû û Ihsan de, hêzên Îranê teqe li kolberan kirine.