Aktîvîstê kurd li Ûrmiyê ji aliyê polîsên asayîsê yê Îranê ve hat binçavkirin

16 October 2024 15:48 0 dîtin
 Aktîvîstê kurd li Ûrmiyê ji aliyê polîsên asayîsê yê Îranê ve hat binçavkirin

PeyamaKurd Hemîd Çapatî, aktivîstê sivîl yê ji Ûrmiyê, piştî gazîkirina bo emniyeta Ûrmiyeyê, hatiye binçavkirin û ew birine cihekî nediyar.

Li gorî Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê radigihîne, îro Çarşema 16ê Cotmeha 2024an, polîsên ewlehiyê bêyî ku biryara dadgehê hebe, bi ser mala vî çalakvanê sivîl de girtine û lêgerîn lê kirine. Ji ber ku ne li malê bûye, polîsên asayîşê bi telefonê jê daxwaz kirine ku bi xwe biçe cem wan.

Piştî ku Hemîd Çapatî çûye cem polîsên asayîşê, hatiye binçavkirin û birine cihekî nediyar. Tê gotin ku ji ber weşandina çend gotaran li ser torên civakî hatiye girtin.