Welatiyekî Kurd ji aliyê polîsên sivîl ên girêdayî Tirkiyê hat girtin
PeyamaKurd – Welatiyekî Kurd ê ji Efrînê, Polîsên Sivîl ên girêdayî Tirkiyê, li bajarê Îzazê yê ser bi Helebê girtin.
Li gor çavkaniyên xwecihî, Polîsên Sivîl ên girêdayî Tirkiyê, li bajarê Îzazê cara 5an welatiyê bi navê Hisnî Şêx Mihemed ê temen 30 salî girtin.
Hisnî bi xwe şêniyê gundê Meydanekê yê bi ser bajarokê Şera yê Efrînê ye. Dema kelûpelên xwarinê li Îzazê belav dikir, hatiye girtin û heta niha çarenivîsa wî nediyare.
Hisnî Şêx Mihemed, berî niha 4 caran hatiye girtin. Cara yekem di Nîsana 2018an de bû ku li ser rêbenda gundê Meryemîn hatibû girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin