Parezgariya Diyarbekirê du polîsên êrîsî welatiyekî Kurd kiribûn ji kar dûr xistin
PeyamaKurd – Parezgariya Diyarbekirê du polîsên ku êrîşî welatiyekî Kurd kiribûn ji kar dûr xistin û welatiyê Kurd jî berdan.
Li gor vîdeoyekê ku di sosyal medyayê de belav bûye, li bajarokê Rezan ê Diyarbekirê, hejmarek polîs ji bo pişkinînê welatiyek radiwestînin, paşê di navbera wan de alozî derdikeve û polîs li wî welatiyî didin.
Herwiha ev vîdeo li ser medyaya sosyal nerazîbûn û karvedaneke mezin li pişt xwe anî. Di derheqê mijarê de Parêzgariya Diyarbekirê daxuyanî da û diyar kir, wan derbarê bûyerê de lêpirsîn dane destpêkirin û du polîsê li welatiyê Kurd dane jî, ji kar dûr xistine.
Parêzgariya Diyarbekirê eşkere kir, ew bûyer roja 14 Berfanbara 2022an rû daye û dema polîsan ew welatî pişknîn kirine, di berîka wî de kêr hebûye û dema polîsan xwestine dest deynin ser kêrê, wî hewl daye êrişî polîsan bike, ji ber wê jî rastî berteka polîsan hatiye.
Hat ragihandin, welatiyê ku piştî 14 rojan di girtîgehê de mabû, di roja sersalê hate berdan û her du polîs jî ji aliyê Rêveberiya Polîsan a Diyarbekirê ve ji kar hatin dûrxistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin