Bi çek, kêr û daran êrîsî karkerên Diyarbekirê yên bi formayên Amedsporê kirin!
PeyamaKurd – Li Nevşehîra Ûrgûpê karkerên Diyarbekirê bi îdiaya ku formayên Amedsporê li xwe kiribûn rastî êrîşa bi kêran û çekan hatin. 3 karker birîndar bûn, yek ji wan bi çekê.
Karkerên Amedê yên ku li Taxa Aksalur a navçeya Ûrgûpa Nevşehîrê ji bo sazkirina tesîsa enerjiya rojê dixebitin duh êvarê rastî êrîşa welatiyan hatin. Li gorî nûçeya Munzurpressê, şeqama înşaatê ya ku 6 mehin karkerên ku li tesîsê dixebitîn hedef hat girtin.
Hat diyarkirin ku êrîşa ku bi çek, hesin û kêran hatiye kirin, ji ber hin karkeran formayên Amedsporê li xwe kirine, hatiye kirin.
Yek ji karkerên êrîş birin li ser serê xwe bi çekê, yek jî bi kêrê û yek jî bi hesinî birîndar bûn. Di nûçeyê de hat ragihandin ku rewşa tenduristiya yek ji karkeran giran e. Di êrîşê de karkerên din jî sivik birîndar bûn.
DHAyê diyar kir ku êrîş bi kevir, dar û kêran hatiye kirin. Di nûçeyê de hat ragihandin ku 3 kes bi derbên kêr û daran birîndar bûne.
Hat diyarkirin ku piştî midaxeleya ewil a ekîbên tenduristiyê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nevşehîrê û tedawî dîtin û 2 kes jî hatin derxistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin