Îran | Hejmareke çekdaran êrîsî ser binkeyeke polîsan kirin
PeyamaKurd – Vê sibê li bajarê Zahîdan ê Îranê hejmareke çekdaran êrîşî ser binkeyeke polîsan kirin.
Medyaya Îranê îro Şemiyê 8ê Tîrmeha 2023an danê sibê da zanîn, hejmarek çekdaran êrîşî ser binkeyeke polîsên bajarê Zahîdanê kirin û di wê êrîşê de kesek hat kuştin.
Rayedarên Îranê eşkere kirin, êrîşkar kembera bombekirî jî bi wan re heye û heta niha jî teqekirin berdewam e.
Malpera Faris News a nêzîkî Supaya Pasdaran destnîşan kir, heta niha çekdarek hatiye kuştin û pevçûn didome.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin