Li Entabê êrîsî karkerên diyarbekirî hat kirin: 8 birîndar bûn, 3 kes birîndarên giran in!
PeyamaKurd – Li gorî nûçeya MAyê karkerên diyarbekirî li Entabê, di înşaetê de rastî êrîşê hatine ji ber ku destûr nedane ku dizî bê kirin.
Li gorî agahiyên berdest di êrîşê de 8 karker birîndar bûne, 3 kes ji wan birîndarên giran in û êrîşkar jî serbest hatine berdan.
Rastî êrîşê hatine karkerên diyarbekirî yên ku di înşaeta TOKÎyê de ya li gundê Kartalê yê navçeya Nurdagiyê ya Entabê de dixebîtin. Ew karker rastî êrîşî hatine ji ber ku wan destûr nedaye bên dizîn malzemeyên ku ji bo înşaatê bi kar dianîn, piştre jî ew karker rakirine nexweşxaneyên cuda yên li navenda Entabê.
Di encama êrîşê de karkerê bi navê Şahan Devran, Hayrettîn Devran û Abdûlsena Tepe bi giranî birîndar bûne bi derbeya ku li sere wan ketiye. 5 kes ji wan jî bi sivikî birîndar bûne. Dermankirina birîndaran li nexweşxaneyên cuda yên navenda Entabê dewam dike.
Êrîşkar serbest hatine berdan
Heman çavkanî radigihîne ku serbest hatine berdan piştî ku wan êrîşkaran li li emniyetê îfade daye.
“Muxtar êrîş bi rêk xist”
Karkeran giliyê wê komê kiriye ku êrîş biriye ser wan. Karkeran diyar kiriye ku ji ber destûr nedane diziyê êrîşî wan hatiye kirin û gotin, “Muxtar êrîş organîze kir. Hin şêniyên gund gazî me kirin û gotin ku muxtar gazî wan kiriye û ew provoke kirine ku beşdarî êrîşê bibin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin